Player
Zur Zeit spielt o94 musik. Bei klick auf den Button öffnet sich der Player in einem neuen Fenster
Roj Fm
Zur Übersichtsseite von Roj Fm.
Sendung vom 10.01.2021 18:00:

Klassisches kurdisches Epos 3

Poyemên kurdî yên klasik 3, Metran Îsa

Poyêma Metran Îsa

Metran Îsa bi lehengî û xweşbiniya xwe di nava poyemên kurdî de cih digire. Heta niha gelek dengbêjan poyêma Metran Îsa gotine û xwendine.
Ji awaza dengbêjan wêdetir ez dixwazim li ser bûyer, şêwaz û ahenga poyêma Metran Îsa bisekinim ku çawa cihê xwe di nava poyemên kurdî de girtiye.
Metran Îsa keşîşê Dêra Aktermanê ya Wanê ye. Dîroka bûyera poyemê ji çi wextê dest pê kiriye baş nayê zanîn, lê tê diyar kirin ku berî fermana Ermenan e û bi vî awayî poyêm bi devê dengbêjan heta roja me ya îroyîn hatiye.
Di poyemê de bûyera çîrokê bi kurtî weha ye; li Wanê bi navê Meryemê keçek fileh heye. Meryema keça Serqîs bi xweşikbûna xwe bi nav û deng e û ew yek digihê ber guhê waliyê Wanê. Waliyê Wanê xwe amade dike ku biçe Meryemê ji bavê wê bixwaze. Di nava vegotinên gelek dengbêjan de dibêjin, Eliyê Qolaxasî emirberê walî ye û bi fermana walî Eliyê Qolaxasî diçe Meryemê ji walî re bixwaze, lê dilê Meryemê dikeve Elî.
Eliyê Qolaxasî Meryemê direvîne û xwe diavêjin Dêra Aktermanê, bextê Metran Îsa. Di demeke kin de walî dikeve pey wan, ku wan bibîne û hinek zêr û zîv didin kelekvanên behra Wanê û bi vî awayî bi cihê wan dihesin. Li ser vê walî leşkerê xwe amade dike û berê xwe dide Dêra Aktermanê. Pêşî ji Metran Îsa dixwaze ku Elî û Meryemayê radestî wî bike, dinihêre nabe, walî kîsan zêr û zîvan pêşniyazî Metran Îsa dike. Lê Metran Îsa xwestekên walî qebûl nake.
Di tevahiyaî beşên destanê de ji gava ku Elî û Meryemê xwe diavêjin bextê Metran Îsa û bi şûn de, tê gotin ku çi li pêşiya Metran Îsa ye, fahm dike û dikeve nava amadehiya liv û tevgerê ya şer û pevçûnê li hember hêza waliyê Wanê. Bi vî awayî çeper û xendekan li der dora Dêra Aktermanê çê dike û di kozikan de xwe ji şerê li hember walî re amade dike.
Destan heta niha bi waryantên cihê cihê li ser çîroka evîna Eliyê Qolaxasî û Meryemê hatine gotin, weke leheng Metran Îsa tim li pêş e û evîna Elî û Meryemê bi awayeke trajîk bi dawî dibe.
Hinek dengbêj jî dibêjin lehengê destanê Metran Îsa di vî şerî de bi ser dikeve û mehra evîndaran li gorî rê û rêsmên misilimantiyê dibire û bi lehengiya xwe rasterast xwe dike cangorî ji bo evîna lawikê kurd û keçika ermen.


Playlist / Zusatzinfo:

Anonym: Ez xelef im
Mikail Aslan: De be wayiro
Ciwan Haco: Dîyarbekir
Nilüfer Akbal: Min xem derya
Ciwan Haco: Behr
Sivan Perwer: Canê canê
Pervîn Chakar: Nexsha Mîrzo
Mehmet Akbaş: Leyla
Miraz: Dêrocan
Shrîbana Kurdî: Genc Xelîl
Sasa: Xum xumê